Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava Filistînîyekî şehîd kir

Hêzên rejîma îşxalker yên ku êrîş li bajara Nablusa Şerîaya Rojava kirin, bi guleyên rast êrîşên xwe pêk anît. Di encama êrîşê de Ahmed Atıf Mustafa Deragîmeyê 23 salî qetl kirin.

Ekleme: 22.12.2022 09:20:27 / Güncelleme: 22.12.2022 09:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker, ji bona ku şênîyên cihûyî yên îşxalker bi rehetî bikevin nav cihê ku navê wê “Meqama Yusif” e êrîşan kir.

Bi bombeyên xezan û dengan êrîş li Filistînîyan hat kirin.

Di encama êrîşa ku li Filistînîyan hat kirin de Deragîmeyê Filistînî şehîd bû, 4 Filistînî jî birîndar bûn. 19 kes jî ji ber xaza zêde talûkeya mirinê derbas kirin.

Di encama êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîstan de ji serê salê vir ve hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 224 kesan. (ÎLKHA)