Li Ugandayê şoba Ebolayê dawî bû

Serokê Dewletê yê Ugandayê Yowerî Musewenî daxuyand, şoba Ebolaya ku di 20ê Îlonê de dest pê kiribû bi dawî bû.

Ekleme: 21.12.2022 12:55:26 / Güncelleme: 21.12.2022 12:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Musewenî, destnîşan kir ku li welêt êdî şoba Ebolayê nema, ji endamên tenduristîyê yên ku di micadeleya dijî şobê de di sefên pêşî de bûn re sipasîyan kir.

Hikumeta Ugandayê, qedexeya derketina derve ya ku li herêmên Kassanda û Mubendeyê hatibû kirin di 18ê Kanûnê de rakir.

Di şoba ku li welêt dest pê kiribû de 152 weqa hatibû tespîtkirin û 56 kes jî canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Etiketler: