Musk: Ez ê rêvebertîya Twitterê berdim

Elon Musk, daxuyand ku ew ê rêvebertîya Twitterê berde.

Ekleme: 21.12.2022 10:25:29 / Güncelleme: 21.12.2022 10:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwedîyê Twitterê Elon Musk, di hîsaba xwe yê fermî de daxuyand û weha got, “Heta ez ehmakeke ku ev karê bistîne bibînim dê dev ji CEOtîya Twitterê berdim.”

Musk, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku piştî ku dev ji CEOtîyê berde ew ê derbasê ser departmanên nerîna pêşkêşkirinê û nivîsbarîya şîrketê bibe.

Musk, di 18ê Kanûnê de li ser Twitterê anketeke ku gelo ez li ser Twitterê bimînim an jî na tertîp kir. Û soz da ku ew ê “li gorî qerara ev anketê gavan bavêje.” Di encamê de ji kesên ku beşdarî anketê bûn ve ji 57,5ê wan gotin ku bila Musk dev ji ev wezîfeyê berde. (ÎLKHA)