Li Pakistanê teqîna tûpê: 12 mirî, 13 birîndar

Li wîlayeta Belûcistan a başûrê rojavayê Pakistanê di encama teqîna tûpekê de herî kêm 12 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.12.2022 15:55:29 / Güncelleme: 20.12.2022 15:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li sûka navçeya Lasbela ya wîlayeta Belûcistanê qewimî.

Alîkarê Komîserê Lasbelayê Murad Xan Kasî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li cihê kar di dema tijîkirina tûpê de teqînek pêk hat û piştre şewat li qadeke berfireh belav bû.

Kasî diyar kir ku piştî bûyerê ambûlansên ku sewqî herêmê hatin kirin 25 kesên ku bi giranî birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê, lê ji birîndaran 12 kes canê xwe ji dest dan.

Tê endîşekirin ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)