Di çalakîyên li Peruyê de hejmarê mirîyan derket 26 kesan

Li Peruyê, di encama protestoyên ku piştî girtina Serokkomar Pedro Castilloyê hatibû destpêkirin de hejmarê mirîyan zêde dibe.

Ekleme: 20.12.2022 11:20:27 / Güncelleme: 20.12.2022 11:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi hezaran kes yên ku derketina qadan o kolanan dixwazin ku Serokkomarê nû Dina Boluarte îstîfa bike û Castilloyê ku hatîye binçavkirin jî bê berdan.

Hejmarê mirîyên ku di encama protestoyan de pêk hat derket 26 kesan.

Li gorî daneyên Ofîsa Venêrîya Raya Giştî, ji 19 kesan yên ku mirine, ji ber nîqaşa ku di navbera polês û xwepêşandana de derketîye ne. Di encama bûyeran de 569 kesên wan polês gelek kes jî birîndar bûn.

2 wezîr ji ber mirinan dest ji wezîfeyê berdan, pêşniyara Boluarteyê ya ku gotibû bila hilbijartin di Kanûna 2023yan de bê kirin di Kongreyê de nehat qebûlkirin.

Serokkomarê berê yê Peruyê Castillo, di 7ê Kanûnê de ji teref Kongreyê ve bi sûcdarkirina “kêmasîya exlaqê ya mayîn” ji wezîfeyê hatibû vekişandin û piştî ev qerarê hatibû binçavkirin. (ÎLKHA)