“Mêr û jinên ku pirsgirêkên ku biçûk in û bi îlaweyên biçûk tên çareserkirin dikin wek çîyayan, mêr û jinên ku salên xwe bi hev re derbas kirine wan ji hev re kirine wek neyaran”
Ji alîyek ve xebatên ku malbatê bêqîmet dike bi lez ve diçe ji alîyê din ve jî propagandayên ku minasebetên ji rê derketî meşrû bikin jî bi şekleke rehet û serbest tên kirin. Li hember sekina li dijî hêzên rojavayê ku malbatê û civakê bi îfsatkirinê heqê ji nû ve çêkirinê di xwe de dibînin, mesulîyeteke ku mirovatîya me, bawerîya me û bi taybetî jî dayîkbûna me daye ser milê me ye. Ji ber vê yekê ye ku xelasbûna me ya ji qanûnên ku koka wan dighêjin rojavayê ketîye rewşeke hewce. Mînak Peymana Stembolê ya bi beheneya ew ê pîrekê biparêze ve hatibû îmzekirin di dema ku pêvajoyê de bû hevberdanê, şîddetên li dijî pîrekê û cînayetê zêde kir. Di bin navê wekhevbûna zînsîyetê ya civakê de tiştên ji rê derketîyên cinsî hatin normalkirin. Sîyên ev ev peymana ku çi qas jî zerarên wê dereng hatin hesandin û dev jê hat berdan hêna jî didome. Vesazkirina hemû qanûnên ku li gorî ev peymanê hatine çêkirin cardin li wan bê nihêrtin û bên cudakirin. Ev vesazîyên ku bi îddîaya pêşîya şîddetê digre û bi tenê gotina pîrekê qebûl dike, heqê gotinê ji zilamê re nade jî û bi jargon û peyvên femînîstan hatine amadekirin malbatê naparêze berevajî belav dike. Ji dûrxistina bavekî ya ji zarokên xwe bi sûceke ku bê delîl û bê belge, yek ji derbeyeke herî mezin ya ku ji îtîbara însanekî û şexsîyeta wî bê xistin e. Bi vê tetvîqê mêr û jinên ku pirsgirêkên ku biçûk in û bi îlaweyên biçûk tên çareserkirin dikin wek çîyayan, mêr û jinên ku salên xwe bi hev re derbas kirine wan ji hev re kirine wek neyaran.”
Em bang li rayedarên hikumetê re dikin, û dibêjin ku, “Ger ku hûn dixwazin ku malbatê biparêzin, hevberdanê kêm bikin, pileyên zewacê zêde bikin, pêşî bi veguhartina qanûna bi hejmara 6284ê dest pê nikin.”
“Divê ku gerek qqanûnê ku bawerîya me û medenîyeta ku me wek me dike esas bigre bên çêkirin. Divê ku ji sazîyên civak a sîvîl û şexsîyetên ku di navbera mêr û jinên ku pirsgirêkan dijîn û hatine cihê hevberdanê de silhê çêbikin re îmkan bê dayîn. Divê ku ev teşebûsan bên alîkarkirin û pileyên hevberdanê bên kêmkirin, avayîya malbatê bê parastin em ji rayedarên hikumetê re bang dikin û dibêjin ku, ‘Ger ku hûn dixwazin ku malbatê biparêzin, hevberdanê kêm bikin, pileyên zewacê zêde bikin, pêşî bi veguhartina qanûna bi hejmara 6284ê dest pê nikin.’ Ji bona pirsgirêkên ku di navbera mêr û jinan de hene bên çareserkirin sîstema navbeynkarîyê bikin dewreyê. Ji bo medyayê weşanên ku malbatê çêbike û malbatê biparêze îmkanan bikin.”
“Divê ku dayîk li zarokên xwe binhêrin û alîkarîyên dewletê yên ku bi tenê ji dayîka ku dixebite re tê dayîn, ji dayîkên ku naxebitin re bê dayîn.”
Sulun di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di malbatê de heqê keda dayîkê nayê dayîn. Ji ber ku heqê ev kedê gelek baha ye cennet di bin pîyê dayîkan de ye. Ji ber Polîtîkayên Malbat yên xelet keda dayîkê tê bêqîmetkirin û dayîkan bi projeyan teşwîqê jiyana xebatê tê kirin. Ji ev projeyan yek jî projeya ‘Wa Dayîk’ ya ku di 2008an de ketîye meriyetê ye. Bi ev projeyê ev îdreqa dayîka îdeal ya ku di derve de dixebite û zarokê xwe dide ber nihêrvanan tê çêkirin. Halbûkî li gorî pedagojîyê dewra 0-6 salî ya zarokekî dewra herî zêde ya lzaimatîya wê ji dayîka wê re heye ye. Pêkhatina kesayetî û pêşketina exlaqî ya mirov bi baldarî, perwerde û mezinbûna dîya wî di temenê biçûk de mumkin e. Bi teşwîqkirina dayikan a ji bo xebatê, divê ew ji bo debara jiyana xwe û xwedîkirina zarokên xwe nemînin, li şûna ku pereyê lênêrînê bidin dayikên karker, ev pere rasterast ji dayikê re bê dayîn. Divê dayik karibin zarokên xwe xwedî bikin û desteka dewletê ya ku tenê ji bo dayikên kedkar tê dayîn, ji dayikên ku naxebitin re jî bê dayîn. Herwiha yek ji pêşniyarên me jî ew e ku jinên ku 25 sal in zewicandî ne û hemû keda xwe dane mal û zarokên xwe bên xelatkirin û meaşa emekdarîya wan bê dayîn.”
“Parastina sazîya malbatê, ji bo temînata sibê roje me xwedîyê muhîmtîyeke jiyanî ye”
Sulun axavtina xwe weha dawî kir, “Piranîya iwanên me ji ber bêîmkanîya meddî nikarin bizewicin. Ji ber hinek sedemên wek salên xwendekarî û peydakirina kar dibe sedem ku zewac ji bo temenên mezin bên paşxistin. Ji ber vê yekê divê ku ciwanên ku dixwazin bizewicin di dema xwendekariyê de ji wan re alîkaîr bê kirin. Ji bo hemû ciwanên ku dixwazin bizewicin divê fonek bê avakirin. Parastina saziya malbatê, ji bo siberoja me xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Hemû gavên ku di vê çarçoveyê de tên avêtin muhîm in, bi qîmet in û divê bên destekkirin. Parastina tesettûrê bi makeqanûnê gaveke pir girîng e û divê bê kirin. Em dizanin ku di 10 salên derbasbûyî de xebatên me li ser jin û malbatê kirine, di çavên civakê de bersiveke erênî dîtiye.” (ÎLKHA)