Keştîya herbê ya aîdê Taylandê bin av bû: 31 leşker winda ne

Di encama bin av bûna keştîya aîdê Fîloya Taylandê de 75 leşker hatin xelaskirin 31 leşker jî winda bûn.

Ekleme: 19.12.2022 10:10:28 / Güncelleme: 19.12.2022 10:10:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Kendava Taylandê keştîyeke herbê ya aîdê Fîloya Taylandê bin av bû.

75 leşkerên ku di nav keştîya ku di seatên serê sibê de bin av bûbû de bûn hatin xelaskirin, 31 leşker jî hêj di bin avê da ne û xebatên ji bo ku bên xelaskirin jî hêj didome.

Xeyn ji keştîyên lêgerîn û xelaskirinê helîkopter jî beşdarî xebatê bûn. (ÎLKHA)