Li Nîjeryayê ji ber şoba kolerayê 20 kes mirin

Hat ragihandin li Cross Rivera parêzgeha Nîjeryayê ji ber şoba kolerayê heta niha 20 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.12.2022 10:35:28 / Güncelleme: 18.12.2022 10:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Dr. İwara İwarayê Sekreterê Wezaretê yê Parêzgeha Cross Rivera  daxuyanîyek hat belavkirin.

Dr. İwara di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, şoba kolerayê li 10 gundên herêmê belav bûye û ji ber şobê heta niha 20 kes canê xwe ji dest dan. Îwara her wisa ji gelê herêmê daxwaz kir ku bi tevdîr bin û haya xwe ji xwe bikin.(ÎLKHA)