Ji HAMASê li hember îşxalkeran banga parastina Eqsayê

Berdevkê Quds yê HAMASê Muhammed Hammade, xelqê Filistînê, ji bo ku Cihûyîyan di ‘Îda Hanukayê de Mescîdî Eqsayê qirêj nekin banga parastinê kir.

Ekleme: 17.12.2022 14:35:06 / Güncelleme: 17.12.2022 14:35:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker û komên sîyonîst û îşxalkeran, berîya Îda Hanuka ya ku sibê dest pê dike, daxuyandin ku ew ê êrîşan li Mescîdî Eqsayê bikin.

Tê hêvîkirin ku îşxalkeran, ‘îdê behene bikin û bikevin nav Mescîdî Eqsayê, di Mescîdê de jî şamdanên heft mil yê ku wek nîşana Cihûyîyan tê zanîn pêxin, reqsên bêedeb bikin û ayînên xwe yên Talmudîkê pêk bînin.

Îda Hanukaya Cihûyîyan ew ê di 18ê Kanûnê de dest pê bike û wê 8 roj bidome.

Berdevkê HAMASê Muhammed Hammade jî, bang li xelqê Filistînê kir ku li hember ev êrîşê bila seferber bibin. (ÎLKHA)