Mesûd Barzanî ji ber minasebeta Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî  ji ber minasebeta Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir.

Ekleme: 17.12.2022 13:10:20 / Güncelleme: 17.12.2022 13:10:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temamê metna peyamê wisa ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ala Kurdistanê nirxeke hevpar ya gelê Kurdistanê ye û sembola cangorî, aştîxwazî û pêkve jiyana gelê Kurdistaniyane. Roja Ala li hemû welatiyên Kurdistanê pîroz be.

Roja Ala Kurdistanê Çi Ye?

Berî niha 17ê Berfanbarê ji teref Parlementoya Kurdistanê ve wek Roja Ala Kurdistanê hatibû îlankirin.

Dema ku dîrok 17ê Berfanbara sala 1945an nîşan dida li Kurdistana Rojhilat li Mahabadê xortekî Kurd Ala Kurdistanê bi avahîya mehkemê ve daleqand û ew roj ji bo dîroka Kurdan bû dîrokeke muhîm.

Piştî ku li Kurdistana Rojhilat ji teref Qazî Muhammed ve  Komereya Kurd a Mahabadê hat damezrandin Seyzade Xazima qîza Kerîm Ehmedê Wezîrê Telgraf û Postayê ya Komarê ala ewil a ku wek “Dîya Ala Kurdistanê” tê qebûlkirin dirût.

Dema ku dîrok 11ê Mijdara sala 1999an nîşan dida li Parlementoya Herêma Kurdistanê bi biryara ku hat dayîn 17ê Berfanbarê wek Roja Ala Kurdistanê hat qebûlkirin.(ÎLKHA)