Qeza, doh bi şev di derdora seat 01.30an de li bejahiya Gundê Asloya rêbeja Diyarbekir-Farqînê pêk hat.
Hat îddîakirin ku qamyona ku bi mandalî barkirîbû û plaqeya wê 65 KS 834 bû, dema ku ji Diyarbekirê ber bi Farqînê ve diçû, li ser rêya dişemitî kontrola xwe winda kir û li kêleka xwe qelibî.
Di qezaya ku pêk hat de tu kes nemir û birîndar nebû, mandalînên ku bi alîkariya mirovên derdorê ve hatin kirin nav sindoqan.
Derheqê qezayê de de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)