HAMAS, damezrandina xwe ya 35emîn bi coşekî pîroz kir

Tevgera Berxwedana Îslamî a li Filistînê HAMAS, di Qada Katîbaya ku li rojavaya Xezzeyê ye damezrandina xwe ya 35emîn pîroz kir.

Ekleme: 15.12.2022 11:05:30 / Güncelleme: 15.12.2022 11:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bernameya pîrozbayîya HAMASê re Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye, serokê li Xezzeyê ya hereketê Yahya Sînwar, temsîlkarên din yê hereketên berxwedanê û xelq beşdarî bûn.

Di bernameyêde merşên HAMASê hatin gotin, yekîneyên leşkerî çekên xwe nîşan dan.

Henîyye û sînwar, di axavtinên xwe de îfade kirin ku zafer encax bi berxwedanê wê were û ew ê tu dem ji rejîma îşxalker a sîyonîst re serê xwe netewînin. (ÎLKHA)