Tir li mîdîbûsa karkeran qelibî: 20 birîndar

Li Uşakê tireke ku ji lambeya sor derbas bû, li mîdîbûsa ku karker tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn.

Ekleme: 15.12.2022 10:45:27 / Güncelleme: 15.12.2022 10:45:27 / Xeberen Kurdi / Uşak Haberleri
Destek için 

Qeza, li Çarrêya Herêma Senayîya Organîzeya Uşakê pêk hat.

Tira ku ji Uşakê diçû alîyê Îzmîrê, li mîdîbûsa ku karker tê de bûn ya ku ji herêma senayîya organîzeyê derdiket qelibî.

Di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn.

Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û hat hînbûn ku rewşa karkerekî giran e. (ÎLKHA)