Ji Kerwana Hêvîyê li Stenbolê ji zarokan re alîkarî

Kerwana Hêvî ya ku ji bo êtîm, mexdûr û zarokên muhtac îsal jî wek her sal dest bi alîkariya cilûbergên zivistanê kir, li Sultangaziya Stenbolê jî ji bo bi dehan zarokan re alîkariya cilan kir.

Ekleme: 15.12.2022 09:30:26 / Güncelleme: 15.12.2022 09:30:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Alîkariya Însanî ya Kerwana Hêvî bi taybetî li Tirkiyeyê bi silogana "Birayên Me yên Biçûk Sar nebin"; Li Sûriye, Yemen, Filistîn, Efxenistan û gelek welatên cuda dest bi karê cilên zivistanê kir.

Di çarçoveya alîkariya cilên zivistanê de, her zarokek; Çapût, bot, şal û beret wek diyarî tên dayîn. Karwana Hêvîyê bi armanca xwegihandina zêdetir ji kesên hewcedar re li welat û herêmên cuda, xêrxwazan dawet kir ku bira piştgiriyê bidin projeyê.

Kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin projeyê dikarin ji hesabên li ser malpera pargîdaniya weqfê bexş bikin. (ÎLKHA)