Li Entalyayê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn

Li navçeya Kumlucaya Entalyayê ji ber lehîya ku pêk hat heta dawîya hefteyê ji dibistanê re navber hat dayîn.

Ekleme: 14.12.2022 09:30:28 / Güncelleme: 14.12.2022 09:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Midurîyeta Perwerdehîya Millî ya Bajêr ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku li navçeya Kumlucayê heta roja Duşemê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Li navçeyê ji ber lehîya ku pêk hatibû gelek dikan û xanî zerarê dîtin, erdên çandinîyê û sera jî di bin avê de mabûn.

Li bajêr doh jî îro jî ji perwerdehîyê re navber hatibû dayîn. (ÎLKHA)