Karwana Hêvîyê alîkarîyên xwe didomîne

Karwana Hêvîyê ya ku him li nav welat him jî li derveyê welat ji kesên mexdûr û bêkes re fealîyetên alîkarîyê li dar dixe, wek herdem vê mehê jî ji malbatên feqîr re xwarinê belav kir.

Ekleme: 13.12.2022 09:25:05 / Güncelleme: 13.12.2022 09:25:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya ku di serî de xwarin û dû re jî di xanî, qirtasîye, meddî û rewşên dinê de alîkarîyan dike, wek mehên berê di meha Kanûnê de jî rûyê malbatên feqîran kêfxweş kir.

Abdurrahîm Karadenîzê Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê, derheqê fealîyetên ku kirine de daxuyanî da û weha axivî:

“Em wek Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê her meh bi sîstematîk ji bi sedan malbatan re alîkarîyan dikin. Vê mehê jî me pakêtên ku amade kirîye înşaallah ji malbatên feqîran re bela bikin. Xwedê ji xêrxwazên ku alîkarî kirine razî bibe, xêra wan qebûl bike. Bi îzna Xwedê em ê bi vê şeklê her meh alîkarîyên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)