Mucahîd: Li Kabîlê di operasyona li dijî otêlekê de 3 êrîşkar hatin kuştin

Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku piştî êrîşa ku li otela ku welatiyên biyanî li paytext Kabîlê lê diman, di operasyona ku hat kirin da 3 êrîşkar hatin kuştin û sivîl jî zirar nedît.

Ekleme: 13.12.2022 09:15:25 / Güncelleme: 13.12.2022 09:15:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Şehrê Nu ya Kabîlê li dijî oteleke ku hemwelatiyên biyanî tê de diman, êrîşeke bombeyî hat kirin.

Piştî teqînê şewat û dûman ji avahiyê bilind dibe.

Piştî bûyerê gelek polîs, îtfaiye û ekîbên tenduristiyê hatin sewqkirin.

Berdevkê Fermandehiya Ewlehiya Kabîlê Xalid Zadran ragihand ku piştî êrişa li ser otêlê hêzên ewlehiyê ji bo bêbandorkirina êrişkaran operasyon dane destpêkirin.

3 êrîşkar hatin kuştin

Berdevkê Emîrtîya Îslami ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahîd di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da weha got, "Êrîşa li dijî oteleke li Kabîlê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi kuştina 3 êrîşkaran bi dawî bû. Hemû mêvanên li otêlê hatin rizgarkirin û welatiyên biyanî yên ku canê xwe jid est dabin tune ne. Tenê du welatiyên biyanî hewl dan xwe ji pencereyê bavêjin derve birîndar bûn."

Heta niha ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)