HUDA PAR: Divê ku welatên Îslamê li hember Rojavayê mil bidin hev

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu derheqê rojeva derve de nirxandinan kir

Ekleme: 12.12.2022 15:20:25 / Güncelleme: 12.12.2022 15:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîroglu di nirxandina rojeva derve de derheqê êrîşên li ser Mescîdî Eqsayê û krîza birçîbûnîyê ya li Nîjeryayê de axivî.

Êrîşên li dijî Mescîdî Eqsayê

Emîroglu bal kişand ku êrîşên rejîma îşxalker ya li ser Mescîdî Eqsayê roj bi roj zêde dibe û axavtina xwe weha domand, “Sîyonîstên ku di bin hîmayeya rejîma îşxalkeran de ne kom bi kom mehremîyeta Eqsayê dikin bin niga û bi seatan li vê derê îşxal dikin. Armanc ew e ku di pêvajoya dê de Mescîdî Eqsayê bi temamî îşxal bikin.”

Emîroglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Tevgera Berxwedanê ya Îslamî HAMAS, hişyarî dabû ku plan û polîtîkayên li dijî Mescîdî Eqsayê ya sergerdeyên sîyonîstên îşxalkeran ew ê li ser axên Filistînê û derveyê Filisitînê ji bo peşvçûnan wê zemînek amade bike. Divê ku di serî de Tirkîye hemû welatên Îslamî, talûkeya ku Mescîdî Eqsa rûberû ye bibînin, lazim e ku bi xelqê Filistînê re di nav alîkarî û piştgirîyê de bin.”

Li Nîjeryayê krîza birçîbûnîyê

Emîroglu di dawîya axavtina xwe de derheqê berbînîya Rêxistina Çandî û Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî kişand ku gotibû li Nîjeryayê di sala 2023yan de nêzê 25,3 milyon însan bi krîza xwarinê re rûberû bibin, talûkeya xelayê ya li welatên Efrîqayê yên ku bi salan e kehnîyên wan an ji teref Rojavayê ve hatine kedxwarîkirin an jî bi navbeynkarîya rêxistinan ve pêşveçûna wan hatine astengkirin roj bi roj zêde dibe.

Emîroglu destnîşan ki ku welatên Misilman li hember pêşbirka kedxwarîkirin û hakimîyetê ya welatên Rojavayî mixabin ji welatên Efrîqayê re alîkarîya ku hewce dike nakin, “Divê ku li hember krîza xwarinê ya ku jiyana însanan dike nav talûkeyê ji teref welatên Îslamê ve alîkarîya ku hewce dike bê kirin, ji pêşketina herêmê re alîkarî bê kirin. Gerek li hemberî dewletên rojavayê ku bi navbeynkarîya şîrket û rêxistinên çekdaran kehnîyên herêmê kedxwarî dikin bi rêveberên welatê herêmê re hevkarî bê kirin. Xeyn ji van divê di herêmê de di alîyê perwerdehî û tenduristîyê de jî alîkarî bê kirin û ji bona ku kehnîyên tebîetî yên li Efrîqayê bê şixulandin û ji bona ku ew ji aborîyê re bên qezenckirin hevkarî bê kirin.” (ÎLKHA)