Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand, qîzikeka 16 salî ya bi navê Cana Mecdi İssam Zükkarana, di encama êrîşa rejîma îşxalkeran ya ku li Cenînê kir de gule li serê wê ket û şehîd bû.
Çapemenîya Filistînê diyar kir ku bavê qîzika şehîd îfade kirîye ku qîza wî di dema êrîşê de li serê xanî bûye û li ev derê dûçarê êrîşa îşxalkeran hatîye.
Xeyn ji ev qîzikê di encama êrîşê de herî kêm 2 Filistînî jî birîndar bûn, çend Filistînî jî ji teref îşxalkeran ve hatin desteserkirin. (ÎLKHA)