Li Meletîyê qeza: 12 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê serwîseke karkeran û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Ekleme: 11.12.2022 10:50:30 / Güncelleme: 11.12.2022 10:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seet 23.00an de li Taxa Koşuya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa ku di bin kontrola K.Y. de bû di nav çarrêyê de li erebeya ku di bin kontrola R.O. de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)