Li Pakistanê teqîn: Mirîyek û 7 birîndar

Li wîlayeta Belucistana Pakistanê di encama êrîşa ku li cihê bazarê hat kirin de kesek canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.12.2022 10:15:29 / Güncelleme: 11.12.2022 10:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li herêma Awarana Belucistanê di bazarekî de pêk hat.

Li gorî medyaya welêt teqemenîyeke ku ji berê ve hatibû kirin nav dikaneke ku di bazarê de ye ji dûrî ve hat teqandin.

Di encama teqîna ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)