Li Endonezyayê di madenê de teqîn: 9 mirî

Di encama teqîna ku li Endonezyayê di madenekê pêk hat de 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.12.2022 10:40:27 / Güncelleme: 10.12.2022 10:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bajara Sawahluntoya Endonzyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di madenê de teqîneke bi şiddet pêk hat. Di encama teqînê de 9 kes canê xwe ji dest dan û 2 karker winda bûn û 2 jî birîndar bûn.

Xebatên lêgerîn û xelaskirina karkerên din berdewam dike.(ÎLKHA)