Li Rihayê 22 ton pîvaz hatin îmhekirin

Li Rihayê di kontrola hala mêwe sebzeyê de 22 ton pîvaza ku xera bûne hatin îmhekirin.

Ekleme: 09.12.2022 11:55:30 / Güncelleme: 09.12.2022 11:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên zabitayê ku di Bazara Halê de kontrolan kirine di dikanekî de ferq kirin ku pîvazên hişk ên xerabûyî hene.

Ekîbên kontrolê yên ku ji Nigdeyê ji bo kontrolê ji Rihayê re hatine şîyandin, destnîşan kirin ku di nav çewalan de pîvazên xerabûyî hene.

Ekîbên Şaredarîya Mezin yên ku kontrolên xwe kirin dest dan li ser pîvazan.

Pîvazên ku bi kepçeyê hatin kirin nav qamyonê, ji teref ekîban ve di navenda çopê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)