Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em ê bi celladên heysîyetê re li ber hiqûqê hesabê hev bibînin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser serûbin kirina daxuyanîyên wî yên ku di qeneleke ku li ser medyaya civakî weşan dike de dabû, di daxuyanîya xwe ya derheqê meseleyê de got ku, “Em ê bi celladên heysîyetê re li ber hiqûqê hesabê hev bibînin”

Ekleme: 09.12.2022 09:30:28 / Güncelleme: 09.12.2022 09:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di daxuyanîya xwe ya ku li ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de weha got:

“Doh êvarê di weşana zindî yê ku li ser qeneleke YouTubeyê de gotinên min ên ku derheqê emrê zewacê de ji armanca xwe hatîye veqetandin û wek ku em îstîsmara cinsî ya ji zarokeka 6 salî re diparêzin hatîye serûbinkirin.

Em ê bi celladên heysîyetê re li ber hiqûqê hesabê hev bibînin.” (ÎLKHA)