Komeleya Ewrupa Êtîm Elîyê li Efrîqayê ji mihtacan re alîkarîyê kir

Dildarên Komeleya Ewrupa Êtîm Elîyê ku li gelek welatên dinyayê organîzasyona tertîp dike û didomîne, li welata Tanzanyaya Efrîqayê ji mihtacan re şîva germ û xwarinê belav kir.

Ekleme: 09.12.2022 09:15:06 / Güncelleme: 09.12.2022 09:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dildarên Komeleya Ewrupa Êtîm Elî yê sazîya alîkarîya navneteweyî li welata Tanzanya ya ku li rojhilata Efrîqayê ye gelek organîzasyonên alîkarîyê li dar xist.

Komele li bajara Pwanîya Tanzanyayê di herêmeke ku gelek îxtîyar û astengdar tê de hene de kolîyên xwarinê belav kir. Piştî ev belavkirina kolîyan dildarên komeleyê li bajara Darusselamê ji xwendekarên medreseyeke ku fealîyet dikir re şîva germ belav kir.

Nîzamettîn Ayganê ji dildarê Komeleya Ewrupa Êtîm Elî derheqê fealîyetan de axivî û weha got, “Em wek Ewrupa Êtîm Elî ya sazîya însanî ya navneteweyî li welatê Tanzanyayê ne. Li ev herêma ku em ji bona xwarinê belav bikin hatin dît ku birayên me yên kor hene. Em kêfxweşîya gihaştindina kolîyên we ji feqîran re dijîn. Xwendekarên mezlum bi şîva germ a ku we ji me re şîyand gelek kêfxweş bûn û me zikê wan têr kir. Van xwendekarên ku zikê wan têr bûn ji xêrxwazan re gelek duayan kirin. Xwedayê min bira gelek xêrên ewakî ji me re bike nisîb. Em li hêvîya alîkarîyên we ne ji bo Efrîqa û Tanzanya.” (ÎLKHA)