Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê qisasa xwe ya yekem pêk anî

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku qatilek li gorî qanûnên şerîetê bi qisasê hatiye îdamkirin.

Ekleme: 08.12.2022 09:35:25 / Güncelleme: 08.12.2022 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd di daxuyaniyekê de ragihand ku îdamkirina qatilê ku li Heratê kesek kuşt, li parêzgeha Ferahê hatiye pêkanîn.

Mucahîd da zanîn ku qerara îdamkirina kujer piştî dadgehê ji rêberê Îmaratî Hibetullah Axundzade û alema re hatiye şandin û qebûl kiriye, Mucahîd destnîşan kir ku îdam bi beşdariya rayedaran hatiye kirin. (ÎLKHA)