Ciwanê ku li Êlihê dûçarê êrîşa 15 kesan bû giran birîndar bû

Eyûp P.yê ku li navenda Êlihê li ber çayxaneyekî rûdinişt û dûçarê êrîşa komeke 15 kesî bû xwîn di mêjîyê wî de herikî. Hat destnîşankirin ku rewşa ciwan giran e.

Ekleme: 07.12.2022 14:45:25 / Güncelleme: 07.12.2022 14:45:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di seet 11.00an de li derdorê Gok Taksîyê pêk hat. Li gorî agahîyan Eyûp P.yê ku hat hînbûn ji gundê Sînana ku girêdayê Bismila Diyarbekirê ye, dema ku li ber çayxaneyekî rûdinê komeke ku ji 15 kesan pêk tê êrîşî wî dikin. Ciwanê ku ji teref wê komê ve hat lêxistin, giran birîndar bû.

Ciwanê birîndar dûre hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîyê ya Êlihê û hat destnîşankirin ku wî kirine emelîyatê.

Hay diyarkirin ku Eyûp P. Ji emelîyatê hatîye derxistin lê rewşa wî hêna jî giran e. (ÎLKHA)