Li Spanyayê du trên li hev qelibîn: 155 birîndar

Li nêzê bajara Barselonaya Spanyayê du trên li hev qelibîn, di encama qezayê de 155 kes birîndar bûn.

Ekleme: 07.12.2022 14:15:27 / Güncelleme: 07.12.2022 14:15:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şîrketa Rêya Demiran a Dewletê, daxuyand ku qeza, ji ber ku trêneke biçe Barselonayê di dema çûndinê de li trêneke dinê yê ku di îstasyona Montacadayê de disekinîya qelibî pêk hat.

Serwîsa lezgîn ya Katalonyayê, diyar kir di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil 155 kes birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di nav birîndaran de yê ku rewşa wê giran be tineye. (ÎLKHA)