Ji Karwana Hêvîyê alîkarîya êzinga

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê wek ku her sal dike îsal jî di zivistanê de malbatên mihtac û feqîran bîrva nekir, ji malan re alîkarîya êzinga kir.

Ekleme: 07.12.2022 09:55:26 / Güncelleme: 07.12.2022 09:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê yê ku alîkarîyên xwe yên him li nav welat û him jî li derveyê welat didomîne, vê carê jî li Dîyarbekir ji malbatên feqîr re lazimatîyên zivistanê bela kir.

Dildarên Karwana Hêvîyê ên ku êzingan bi çewalan kaşê malê feqîran kirin, ji duayên feqîran re bûn talib.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Diyarbekir Abdurrahîm Karadenîz derheqê fealîyetê de agahîyan da û weha got, “Em wek bi Karwana Hêvîyê yê Diyarbekirê ji malbatên xwe yên feqîr re soba û êzinga anît. Bi sedan malbatên me hene ku hêna jî bêvîya me ne. Banga me ya ji xêrxwazan ev e: Em di vê zivistanê de lazimatîyê feqîran ji wan re temîn bikin. Herî kêm bira zarokên me yên biçûk necemidin. Em zivistana wan bikin wek biharê. Bira Xwedê Teala ji niha ve xêra we qebûl bike.” (ÎLKHA)