Di êrîşên endamên koma çekdar a bi navê Tevgera 23ê Adarê (M23) de li bajarokê Kishishe yê herêma Rutshuru ya wîlayeta Bakur-Kivuyê di şeva 2ê Kanûnê de, bîlanço girantir dibe.
Wezîrê Pîşesaziyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC) û Waliyê berê yê Kîvuyê Julîen Paluku der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşan heta niha 272 sivîlên ku 17 jê zarok in canê xwe ji dest dane.
Paluku diyar kir ku Wezîrê Edaletê der barê bûyerê de ji bo lêpirsînê ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bixwaze çûye Laheyê. (ÎLKHA)