Li Mêrdînê şerê çekdarî: 12 birîndar

Li navçeya Qosera Mêrdînê, li ber avahîya dadgehê di navbera du malbatan de bi çekan şer derket, 12 kes birîndar bûn.

Ekleme: 06.12.2022 16:05:25 / Güncelleme: 06.12.2022 16:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, îro di seatên nîvroyê de li ber avahîya dadgeha Qoserê pêk hat. Di navbera du koman de bi kevir û daran şer derket.

Dû re bi derxistina çekan 12 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku birîndarên B.T. (35), M.T. (20), A.Y. (19), B.Y. (33) ve D. Y. (29) hatin rakirin Nexweşxenya Dewleta Qoserê; M.Y. (51), Y.Y. (50), A.Y. (42), N.B. (40), A.B. (49), R. B. (45) ve Y.C. (30) jî hatin rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Qoserê.

Derheqê bûyerê de 7 kes hatin binçavkirin. Derheqê bûyerê de tehqîqata ku hat destpêkirin hêj didome. (ÎLKHA)