Berdevkê HUDA PARê: Lazim e destheqê kêmtirîn di asteke layiqê rûmeta însên de be

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê derbarê hevdîtin û tespîtkirina destheqê kêmtirîn de nirxandinan  kir.

Ekleme: 05.12.2022 14:45:24 / Güncelleme: 05.12.2022 14:45:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ramanli di nirxandina xwe ya ku kir de de balan kişand li ser asta ku divê destheqê kêmtirîn lê be û derbarê mijarê de wiha got: “Digel ku di demên dawî de hinek başkirin hatibin kirin jî însanên ku bi destheqê kêmtirîn dixebitin hêj nikarin îxtîyacên xwe yên temel ên însanî bistînin û temîn bikin. Ji ber vê yekê lazim e destheqê kêmtirîn di asteke layiqê rûmeta însên de be. Lewra heqê destheqê kêmtirîn gelek kesan eleqedar dike.”(ÎLKHA)