Li berava Behra Hazarê 700 fokên mirî hatin dîtin

Hat ragihandin li berava Behra Hazarê ya li herêma Daxistinê 700 fokên mirî hatin dîtin.

Ekleme: 04.12.2022 12:45:27 / Güncelleme: 04.12.2022 12:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Îdareya Herêmî ya Qafqasyaya Bakur a Ajansa Masîvanê Federal ve hat ragihandin, li berava Behra Hazarê ya li herêma Daxistinê 650-700 fokên mirî hatin dîtin.

Hat diyarkirin li beravê lêkolîn berdewam dikin da ku sedema mirina fokan bê tespîtkirin.(ÎLKHA)