Li Yemenê êrîş li mizgeftê hat kirin: 5 mirî

Li wîlayeta Hadramewta ku li rojhilata Yemenê ye di dema piştî nimêja Înê de bi bombeyên qumbereyan êrîş li mizgeftê hat kirin di encama êrîşê de 5 kes canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 03.12.2022 09:30:32 / Güncelleme: 03.12.2022 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji mizgefteke ku li navçeya Yabusa Hadramewtê ye re bi qumbereyan êrîş hat kirin.

Di encama êrîşa ku piştî nimêja Înê hat kirin de 5 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Derheqê êrîşê de ji teref rayedaran ve ti daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)