Li Herêma Kurdistanê pêdiviya karta derzîlêdanê hat rakirin

Wezareta Tenduristiyê di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba koronayê de biryarên nû girt

Ekleme: 02.12.2022 16:20:29 / Güncelleme: 02.12.2022 16:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî vê qerarê, ji îro pê ve ji geştyarên xwemalî û biyanî yên ku tên Herêma Kurdistanê karta derzîlêdanê nayê xwestin.

Di çarçoveya biryarên nû de hat diyarkirin ku ji bilî saziyên tenduristiyê li hemû cihên giştî yên wekî cihên dînî û xwaringehan bikaranîna maskeyan bijarte ye.

Ji aliyê din ve Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir ku ji îro pê ve kertên test û derzîlêdanê nayên bikaranîn. (ÎLKHA)