Li Îtalyayê hezaz: 11 mirî

Li girava Ischiaya Îtalyayê hezaz pêk hat di encama hezazê de 11 kes mirin.

Ekleme: 02.12.2022 10:10:28 / Güncelleme: 02.12.2022 10:10:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Walîtîya Napolîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin, hat destnîşankirin ku îro pîrekeka 38 salî û zilamekî 31 salî jî hatin û dîtin û di encama hezazê de hejmarê mirîyan derket 11 kesan.

Roja şemîya borî baraneke bi şîddet barîya, di encama baranê de çemûr, moloz û kevirên ku ji çîyayan şimitîn û ketin ser gundê  Casamîccîolayê.

Hikumeta mehellî daxuyand ku di encama hezazê de nêzê 300 kes mirov hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)