Li Dîyarbekirê şerê bi kêr: 4 birîndar

Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan te bi kêran şer derket, 4 kes birîndar bûn.

Ekleme: 02.12.2022 09:50:28 / Güncelleme: 02.12.2022 09:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Ceddeya Mamosteyan a Taxa 5 Nîsana navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî agahîyên kur hatine bidestxistin di navbera du malbatan de nîqaşeke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat û dûre şereke bi kêran qewimî.

Di encama şerê de, ji ‘eynî malbatê 4 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Polês, ji bona kesên ku beşdarê şer bûne bên qefaltin xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)