Li Nîjeryayê 14 kesên ku hatibûn rehîngirtin hatin xelaskirin

14 kesên ku li wîlayeta Zamfaraya Nîjeryayê ji teref çeteyan ve hatibûn revandin di encama operasyona ku hat kirin de hatin xelaskirin.

Ekleme: 02.12.2022 08:55:28 / Güncelleme: 02.12.2022 08:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Polêsê Zamfarayê Muhammed Shehu, derheqê operasyona li dijî çeteyan hat lidarxistin de daxuyanî da.

Shehu destnîşan kir ku, ew di encama operasyona ku li gundê Gîrkauya girêdayê wîlayetê ye li dijî çeteyan kirin de, 14 kesên ku nêzê 50 rojan e rehînin xelas kirine. Shehu îfade kir ku rewşa wan rehîneyan baş e.

Di encama pevçûna ku derket de jî 6 endamên çeteyên hatin kuştin, sitargeha çeteyan jî hat xerakirin. (ÎLKHA)