Li Fasê li dijî rejîma îşxalker xwepêşandan hatin lidarxistin

Li Rabatê li ber parlementoya Fasê li dijî "asayîbûna bi rejîma îşxalker a sîyonîst" xwepêşandanek hat lidarxistin.

Ekleme: 02.12.2022 08:50:30 / Güncelleme: 02.12.2022 08:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwepêşandan ji aliyê Koma Niştîmanî ya Fasê ji bo Filistînê li ber parlemana vî welatî bi armanca şermezarkirina pesendkirina yasaya geşepêdanê bi rêya hevkariyên aborî û bazirganiyê bi Telavîvê ve hat organîzekirin.

Xwepêşandaran siloganên "Filistîn emanet e, normalîzekirin xiyanet e", "Fas welatê min ê azad e û li vir cîhê sîyonîstan tune", "Ji normalbûnê re na", "Fas û filistîn yek milet in" hatin qîrîn.

Di vê xwenîşandanê de xwepêşanderan potikê ku tê îdiakirin ala rejîma îşxalker a Siyonîst e şewitandin.

Civîna lûtkeya Necefê bi beşdarîya wezîrên karên derve yên rejîma îşxalker a Siyonîst, Emrîqa, Misir, Îmarat, Mexrib û Behrêynê di 27-28ê Adarê de hat lidarxistin.

Îmarat, Bahreyn, Sûdan û Fas bi Tel Avîvê re peymanên normalbûnê îmze kirin.

Mexrib û Rejîma îşxalker a Siyonîst li Rabata paytexta Mexribê peymana hevkariya bazirganiyê îmze kirin. (İLKHA)