Bûyer, di madenekî komirê yê ku li herêma Oraqazîya wîlayeta Xeyber-Pextuwanê ye de pêk hat.
Li gorî medyaya welêt teqîn ji ber xazê pêk hatîye.
Di encama teqînê de 13 karker di madenê de asê man.
Ekîbên ku piştî bûyerê sewqî herêmê hatin kirin, di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de laşê 9 karkeran bidestixstin. (ÎLKHA)