Li Guatemalayê erebeya leşkerî qelibî: 4 mirî

Di encama qezaya ku li başûra Guatemalayê erebeya leşkerî qelibî de 4 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.

Ekleme: 30.11.2022 09:45:16 / Güncelleme: 30.11.2022 09:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li herêma Santa Rosaya li başûra Guatemalayê pêk hat.

Wezareta Parastinê, di daxuyanîya ku belav kir de ragihand erebeyeke leşkerî qelibî û di encama qezayê de 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku qeza ji ber xerabûna firênê pêk hatîye.

Hat diyarkirin ku rewşa birîndarên ku hatin rakirin nexweşxaneyê baş e. (ÎLKHA)