Li Mêrdînê qedexeya meş û civînê hat dirêjkirin

Li Mêrdînê, çend rojên berê ji bo 15 rojan qerara qedexeya civîn, meş, daxuyanîya çapemenîyê, grêva birçîbûnîyê, çalakîya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê hatibû girtin. Ev qerar ji bo 15 rojan dîsa hat dirêjkirin.

Ekleme: 30.11.2022 09:40:16 / Güncelleme: 30.11.2022 09:40:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîtîya Mêrdînê daxuyand ku qedexeya li bajêr ji bo 15 rojan hat dirêjkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirn ku qerar ji ber ku di hinek sîteyên înternetê de li ser navê PKK/KCKê daxuyanî hatine belavkirin ku wê çalakîyan li dar bixin hatîye girtin. Ji ber vê yekê qedexe heta 14ê Kanûnê Pêşîn berdewam bike. (ÎLKHA)