Li Misirê avahî hilweşîya: 3 mirî 4 birîndar

Li Qahîreya peytexta Misirê avahîyek hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de herî kêm 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:54 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:54 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin ya Misirê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li taxa Imbabaya ku li başûra Qahîreyêye avahîyeke 5 qatî hilweşîya.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 3 kesên ku ji ber hilweşînê di bin enqazê de mane mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat diyarkirin ku di dema hilweşîna avahîyê de avahîya kêlekê jî zerarê dît û ji ber tedbîrê ew avahî jî hat tehlîyekirin. (ÎLKHA)