Li Somalîyê ji Eş-Şebabê re operayoneke mezin

Hat diyarkirin ku li Somalîyê di encama du operayonên li dijî Eş-Şebabê hatin kirin de nêzê 100 endamên rêxistinê hatin kuştin.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:51 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:51 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Enformasyon ya Somalîyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku artêş û îstîxbarat li herêmên El Gorof û Basraya wîlayeta Galgaduudê li dijî Eş-Şebabê operasyon lidar xistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di operasyonê de herî kêm 97 endamên rêxistinê hatin kuştin. (ÎLKHA)