Li Enqereyê 5 penaberên Efxan di malekê de mirî hatin dîtin

Hat ragihandin  di maleke li Altindaga navçeya  Enqereyê de 5 penaberên Efxan ên ku darbeyên kêran li wan hatibûn danîn mirî hatin dîtin.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:44 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Ornekê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nasên 5 Efxanan ên ku ji wan xeber nestandin xeber dan polêsan ku ji ber vê yekê ekîbên polêsan çûn mehelê bûyerê û dema ku ketin hundir dîtin ku 5 penaberên Efxan ji teref kesekî yan jî hinek kesên nasnameya wan nediyar ve bi kêrê hatine kuştin.

Walîtîya Enqereyê derbarê mijarê de destnîşan kir, bûyer bi hûrgilî tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)