Li Stenbolê êrîş li wesayîtê hat kirin: Kesek mir

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Kagithaneya Stenbolê hat kirin de kesek mir.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:36 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li ser Kolana Îmrahorê ya li Taxa Talatpaşayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 kesên ku li motosîkletekê bûn êrîş birin li ser kesê bi navê B.D.yê ku di ronahîya trafîkê de di nav erebeya xwe de sekinîbû. Di encama êrîşa ku hat kirin de B.D. canê xwe ji dest da.

Ji bo kesên êrîşkar bên girtin operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)