Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê êrîşa li Taksîmê de daxuyanî da

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, derheqê êrîşa bi bombeyê ya ku li Taksîmê pêk hat de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyanî da.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:28 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu, di daxuyanîya xwe ya ku li ser Twitterê belav kir de weha got:

“Tundî û şiddeta hemû kesî hedef girt vêcarê li Taksîmê bû sedema wefata 6 kesan. Ez êrîşa menfûr a terorê şermezar dikim û ji bo wan kesên wefat kirine rehmet û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim û ji malbatên wan re sebra cemîl hêvî dikim. Xweda şifa bide birîndaran û firset nede zaliman.” (ÎLKHA)