Li Emrîqayê di zanîngehê de êrîşa çekdar: 3 mirî, 2 birîndar

Di Zanîngeha Vîrgînîayê de kesek bi çek êrîş lidar xist, di encama êrîşê de 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.11.2022 01:10:22 / Güncelleme: 29.11.2022 01:10:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Rektorê Zanîngeya Vîrgînîayê Jîm Ryan ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di kampûsa mezin a li Charlottesvilleya zanîngehê ye de kesek bi çek êrîşî derdorê kir.

Di encama êrîşê de 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn, kesê ku êrîşê kirîye jî di zanîngehê de xwendekar e.

Hat destnîşankirin ku polês, ji bona êrîşdarê ku piştî bûyerê revîyeye biqefêle xebat da destpêkirin.

Rayedarên zanîngehê nasnameyên qurbanan û ew xwendekarin an jî na ti agahîyek belav nekirin. (ÎLKHA)