Li Îtalyayê hezaz: 8 mirî 13 winda

Di encama hezaza ku li Îtalyayê pêk hat de 8 kes mirin û 13 kes jî winda bûn.

Ekleme: 27.11.2022 10:40:18 / Güncelleme: 27.11.2022 10:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bajaroka Casamîccîolaya Îtalyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber barana zêde ya ku li bajarokê tesîrdar bû hezaz pêk hat ku ji ber vê yekê 8 kes mirin û 13 kes jî winda bûn.

Wezîrê Binesazî û Ragihandinê Matteo Salvînî debarê mijarê de destnîşan kir, ji ber hezazê heta niha 8 kes mirin.

Li gorî agahîyan ji ber hezazê 10 mal û gelek wesayît di bin axê de mane. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)