Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Mîsan a Iraqê Heymen Hesen Xemas ragihand, otomobîlek ji rêya xwe derketîye û li qamyonekî qelibîye.
Xemas diyar kir ku di qezaya ku li ser rêya Mîsan û Besraya, li nêzî navçeya Qela Salihê pêk hat de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)